Li Mêrdînê mozaîkên dêrê yên 1624 salî derdixînin holê

Li herêma ku mozaîkên hat diyarkirin ku yên dêra ku di sala 396an da hatiye avakirin û di vekolanî qaçax a ku li Goktaşa Taxa Dêrika navçeya Mêrdînê da hat dîtin, xebata xilaskirinê dan destpêkirin.

Li herêma ku mozaîkên hat diyarkirin ku yên dêra ku di sala 396an da hatiye avakirin û di vekolanî qaçax a ku li Goktaşa Taxa Dêrika navçeya Mêrdînê da hat dîtin, xebata xilaskirinê dan destpêkirin.

Li çolwarê taxa Goktaşê ya 55 kîlomêtro dûrî navçeyê di 18ê îlona 2019an da ekîbên cendirmeyan li ser îxbara li herêmê ji bo defîneyê vekolana qaçax tê kirin hatin herêmê û li herêmê mozaîkên ku li serê fîgurên cuda hene tesbît kirin. Herêma mozaîk lê ne wek qada sîtê hat îlankirin.

Li herêmê bi serokatiya Abdulganî Tarkanê Midûrê Muzeya Mêrdînê, bi beşdariya Volkan Baglayiciyê arkeologê pispor û dîroknasê hunerê, 5 karker, ekîbên ji Midûriya Laboratuvara Herêmê ya Konservasyon û Restorasyonê ya Diyarbekirê li herêma navborî di 5ê tîrmehê da kolana xilaskirinê dan destpêkirin.

- Dêr derxistin holê

Di vekolana tê kirina da digel fîgurên mirov û heywanan, motîfên geometrîk û nebatan dêreke bi plana bazîlîkal a binê wê bi mozaîk e ya ku kitabaye wê ya bi Estrangelo (Suryanikiya antîk) heye derxistin holê.

Li got kitabeya li ser vaftîzxane û dêra bi plana bazîlîkal a Heyama Bîzansê ya Zû dêr di sala 396an da hatiye çêkirin.

- "Em rastî mozaîkên heyama Bîzansê ya zû ya ku dîroka wan 396 e hatin"

Midûrê Muzeya Mêrdînê û serokê kolanê Abdulganî Tarkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di xebatên ku di 5ê tîrmehê dan destpêkirin da 3 meh derbas kirin.

Tarkan got ku di dema xebatan da rastî dêreke binê wê mozaîk e û bi plana bazîlîkayê hatiye çêkirin ya di sedsala 4emîn da hatiye çêkirin hat dîtin û wiha axivî: "Em li ser erdê dêrê rastî mozaîkên heyama Bîzansê ya kevn ya ku dîroka wan 396 e hatin. Li nav mekanê îbadetê yê sereke me kitabeyeke 9 rêzî ya Suryanîkî dît. Em ji vê kitabeyê fehm dikin ku di sala 396an da hatiye çêkirin."

Tarkan got ku "Di mozaîkan da teswîrên heywanan, neqşên geometrîk û fîrugên mirovan hene. Di fîgurên mirovan da mirovên derketine nêçîrê hatine teswîrkirin. Li ser fîrugên mirovan her wiha gotinên nîsan û hezîranê jî cî digirin. Midûriya me ya Muzeyê dê van berheman restore bike û piştî restorasyonê dê bên teşhîrkirin."

 

Kurdî 22.09.2020 15:22:00 0
Kurdî

Li Şanliurfayê mesaiya reçela îsotê