Li Şanliurfayê mesaiya reçela îsotê

Li Şanliurfaya bajarê bi çanda xwarin û xurekê tê zanîn dest bi çêkirina salçeya îsotan a di nav gel da wekî "reçela îsotê" jî tê binavkirin kirin.

Li Şanliurfaya bajarê bi çanda xwarin û xurekê tê zanîn dest bi çêkirina salçeya îsotan a di nav gel da wekî "reçela îsotê" jî tê binavkirin kirin.

Li bajêr malbatên bi karê îsotan ra eleqedar dibin di çarçoveya amadehiyên zivistanê da ji bazarê îsotan dikirin paşê ji îsotên sor ên tûj li mal an jî baxçeyên xwe bi keda zend ü bendan salçeyê çêdikin.

Îsota piştî ku bi rûnê zeytûnan va tê lihevxistin dibe "reçela îsotan" û ji bo zivistanê tê amadekirin.

Murat Mermerê Alîkarê Serokê Koperatîfa Hilberînerên Îsotê ya Şanliurfayê (ŞÎKOP) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di vê demsalê da "reçela îsotê" tê çêkirin.

Mermer destnîşan kir ku îsotên li bajêr tên hêşinkirin ji bazara halê tên kirîn, jin wan paqij dikin paşê li makîneyê dixin û li ber tavê dixin salçeya îsotê.

Kurdî 24.09.2020 12:19:00 0
Kurdî

Li Şanliurfayê mesaiya reçela îsotê