Mehaneyek îkramiye dan karkerê erebeya xwe dişûşt û dîmenên wî di medyaya civakî da hatin weşandin

Ecvet Urunê xebatkarê paqijiyê erebeya desta ya pê dixebitî bi baldarî paqij kir û dîmenên wî di medyaya civakî da hatin parvekirin, li ser dîmenan Mehmet Emîn Geylanê Şaredarê Tetwana navçeya Bidlîsê qasî mehanekê wî xelat da Uru

Urunê bavê 5 zarokan ê xebatkarê Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya Tetwanê li Kolana Cumhuriyetê erebeya xwe ya paqijiyê bi pîneyan paqij dikir û kesên li der û dorê jî dîtin û dîmenên wî kişandin paşê jî li ser medyaya civakî weşandin. Li ser vê mijarê Geylanî li meqamê da bi Urun ra hat ba hev.

Geylanî bi karkerê ku dîmenên wî hatin weşandin ra axivî, jê ra sipas kir û qasî mehaneyekê îkramiye da wî.

Geylanî ji ber helwesta wî Urun pîroz kir û daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku Urun bi dîmenên ku tê da erebeya xwe paqij dikir va li ser medyaya civakî hat rojevê.

Geylanî got karker heqê karê xwe dide û dixebite ji ber vê hestiyar bû û wiha pê da çû:

"Ecvet Begê birayê me ji bo karkerên me yên paqijiyê ên din nûner û mînak e. Hevalên me yên din jî wekî Ecvet Beg bi baldarî û heqê wxe dixebitin. Ji berdestê sibê dest pê dikin bajêr paqij dikin ji bo jiyaneke bi qelîte û rihet hewl didin. Bi hezkirin kirina karekî nabe nesîbî her hesî. Ez ji wî ra û hemû hevalên me ra yekpyeko sipas dikim."

Geylanî bal kişand ser xebatên li bajêr û diyar kir ku binesazî û sersaziya navçeyê nû kirin.

Urun jî ji Geylanî ra sipas kir û wiha axivî:

"Ez zewicî me û 5 zarên min hene. Zarên min xwendekar in, ji bo wan dixebitim. Qasî ku ji destê min tê karê xwe dikim. Her şeveqê beriya ku dest bi kar bikim erebeya xwe dişom û dezenfekte dikim, paşê dest bi karê xwe dikim. Piştî Nîvro dîsa erebeya xwe dişom û dezenfekte dikim. Di xilasbûna mesaiyê da dîsa erebeyê dişom û dezenfekte dikim paşê jî daydinim depoyê û diçim mala xwe. Piştî dîmenên li ser medyaya civakî hatin weşandin welatiyan ji min ra sipas kirin."

Kurdî 22.09.2020 15:57:00 0
Kurdî

Li Şanliurfayê mesaiya reçela îsotê